Mecîdê Fariz
Şevavê
Şevavê hê Şevavê hê Şevavê
Malê wê malê me danîne li va dika
Ser me ra têye, lê dengê beta, qîrînîyê wan qulinga
De wezê çûme diziya cotê zer memika
Birîndar im, birîndar im, birîndar im, birîndar
Birîndarê te wê bejnê me
Şevavê hê Şevavê, hê Şevavê
Wezê qarê dinê naynime ser xwe
De tu rabe kawe kubar kofiyê girêde eynê bide ber xwe
Heta wezî we sax im, rohelata dinê da
Lê tu cara navê zewacê naynime ser xwe
Birîndar im, birîndar im, birîndar im, birîndar
Birîndarê te wê bejnê me
Şevavê hê Şevavê hê Şevavê
De malê me danîne warê me yî jorîn e
Li fêzê da belekî ne, li binyê da şax kanî ne
Ya hatiye serê mi evdalê Xwedê
E divêm belkî ney serê kalê Cemîl e
Birîndar im, birîndar im, birîndar im
Şevavê hê Şevavê, hê Şevavê
De malê me danîne warê me yî rêzê
Gerî bergede lawikê mi giran e, wa xwe dane fêzê
De xêra mala Xwedê ra tu bûka mala bavê mi bûyayî
Ê lê şevek şevê payîzê
Ez ê razama va ji hembêzê
Birîndar im, birîndar im, birîndar im