the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mecîdê Fariz

Xelîl Bego

Xelîl bego, Xelîl bego, Xelîl bego Xelîl bego Sibhan Golê wê wê bi dar e Xelîl begê mi koma heval hogira tê da wa hate xwar e De tu were li gura Xelo meke, derê mala bavê mi peya be De tu cotê zer memikê mi xurîn ke lo lo lo lo lo, paşê here Xelîl bego Sibhan Golê wê bi dar e Xelîl begê mi koma heval hogira tê da wa wa hate xwar e De tu were li gura Xelo meke, derê mala bavê mi peya be De tu derê kozê veke, jê derdikeve şeşsed pez e, çarsed karê lo kirê çal e ax Xelîl bego Sibhan Golê berî pez e De tu rabe dizgîna malekî lo berî ser de De tu were kuro Xelo meke, derê mala bavê min peya be De tu binê ronîk nal e, we lo yek nalbend e Xelîl bego Sibhan Golê rê da ha bi rê da Xelîl begê mi kolos xwar kir ser topa rimê ye Wextê Mehmûd paşa tu digirtî Ez ê nişkê va bibûyama taseke ava sar biketama lo kêlekê da Xelîl bego wezê viyalî tu bi viyalî De tu werê mi bixwaze ji dê û bavê mi helalî Ez ê Xelîl begê xwe ra bibime we lo lo li bermalî Xelîl bego wezê çi bêjim çi nevêjim Ezê seva Mehmûd paşa ser birca kelê, we lo, xwe bavêjim, we lo xwe bavêjim

Bêjebêje © 2015-2024