Mecîdê Silêman
Dewra Berê
Dewra berê jin hinda bûn
Ronahî hat jin azad bûn
Destê siltana bi xelas bûn
Navê Lenîn şîrîn şa bûn
Qîz û bûk hev civiyane
Bo dîwana şêwrê şan e
Xwelî li serê xortan e
Exteriya wan destê wan e
Jin mekteba da dixweynin
Mîna kewa deng hiltînin
Ew tengasî qe navînin
Minetê ji kesî nakşînin