Mecîdê Silêman
Heştê Martê
Îro heştê Martê ye, bi lo roja îda jina ye
Îro heştê Martê ye, roja îda jina ye
Şahî ketiye dinê ye, şahî bûy me hemîyan e
Şahî ketiye dinê ye, bi lo şahî bûy me hemîyan e
Boy hatina vê roja rind, xemilîne bajar gund
Boy hatina vê roja rind, xemilîne bajar gund
Tev şa dibin jin û bûk, pîrê zeman, qîzê çûk
Tev şa dibin jin û bûk, pîrê zeman, qîzê çûk
Wisa jî boy vê şayê, dilê Sînemê dayê
Wisa jî boy vê şayê, dilê Sînemê dayê
Bi eşqê bûye tijî, pê ra têy kêfa mi jî
Bi eşqê bûye tijî, pê ra tê kêfa mi jî