Mecîdê Silêman
Sala Teze
Tu bi xêr bêyî sala teze
Bimbarek bî sala teze
Te we tenê mey nazadar
Xemilandiye al geveze
Te we tenê mey sovyetê
Xemilandiye al gevez e
Te pir kiriye eşqa dila
Eşqa nahil nû cahila
Te pir kiriye eşqa hemûya
Eşqa pala eşqa gundiya
Ew meşa ne boy hatina te
Tu bi xêr bêyî wetenê me
Şa derbas bikin eyda te
Sala teze, sala teze
Te şa dibin roja îro
Te ra şa dibin te ra îro
Îro tu yî şaya dila
Şaya ahil û cahila
Boy te me hemû tişt kiriye
Me texte mezin vekiriye
Dixwin vedixwin bûy eşqa te
Bimbarek bî sala teze