the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mecîdê Silêman

Tu Bedew î

Tu bedew î, tu rindik î kurê min Tu yî mal û dewleta nûr kurê min Wez ronaya her çava ji te hez dikim Te radimûsim sûretê sor gez dikim Tu bedew î, tu rindik î kurê min Tu yî mal û dewleta nûr dilê min Tu hêrs dibî ji nîşa her sûreta Tu hêrs dibî li serê min dibî xeta Tu bedew î, tu rindik î kurê min Tu yî mal û dewleta nûr dilê min Tu hêrs dibî, ser çevê mi diquncirî Tu ji mi ra maldewlet î malkur î Tu bedew î, tu rindik î kurê min Tu yî mal û dewleta nûrdilê min Te aş dikim bûna ku tu negirî Zû mezin bivî destê bavê xwe bigrî Te aş dikim bûna ku tu negirî Zû mezin bivî çardara min hilgirî Tu bedew î, tu rindik î kurê min Tu yî mal û dewleta nûrdilê min

Bêjebêje © 2015-2024