the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mecîdê Silêman

Xesû

Xwezil xesû tu carekî bibûyay mêvana qîza xwe Te bidîta fêl û fêna li xesiyetê wê, bi çevê xwe Xwezil wexta anîna wê qidûmê te bişikesta Te ew neaniya rû dinê, min ew ji xwe ra nexwesta Xesû bêje orta me da hebû çi dijmintî çi kîn Te serê min kire bela, qîza xwe bêtore ye dîn Tu hey qîza xwe beledbûyî te ew çima da min hela Te qereçiya goyê gunda çima li serê min kire bela

Bêjebêje © 2015-2024