Mecîdê Xalit
Çûme Mûşê
Axawo çûme Mûşê nav genima
Maqûlo, çûme Mûşê nav genima
Divê îro sê ro sê şev e kaxizê Bavê Koroxlî nayê naçe, nizam çima
Hey la li minê, hey la li minê, hey la li minê, hey la li minê, wey wî maqûlo
Axawo çûme Mûşê, Mûş titûn e
Maqûlo, çûme Mûşê, Mûş titûn e
Divê wezê bejna Bavê Koroxlî dinêrim
Ser da ciza ye, na wele bin da gulavdûn e
Hey la li minê, hey la li minê, hey la li minê, hey la li minê, wey wî maqûlo
Axawo çûme Mûşê ser kaniyê
Maqûlo, çûme Mûşê ser kaniyê
Divê cinyazê Bavê Koroxlî anîne der camiyê
Xezalê gote Xanimê, go Xanimê keziya min û te va kurkirî be
Divê bira pismamê bavê mi dêrana Xwedê hatine wî li silaviyê
De hey lor, hey lor, hey lor, hey lor, wey la li minê wî maqûlo