the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mecîdê Xalit

Herî Delal

Herî delal, herî delal, herî delal, herî delal, herî delal Lê lê dînê mi go, tasê spî wavê zelal Wezê dêrisa mala bavê te da dixwim, bibê şîrîn şerbet, helal û zelal Were narî narî narî narî narî narî narî emrêm canê Wezê kum û kolozê gede lawikê xwe dinêrim bi romanî Herî delal, herî delal, herî delal, herî delal, herî delal Ê lê dînê, mi go şev bû nîveka li şevê bû Emrê, mi go şev bû nîveka li şevê bû Bê wê ber serê mi mehrûmê Xwedê bû teqînek, bû reqînek, bû gemîne wa xweşîn e De wê minê dî zerîkê ser mi ra sekinîbû Go rabe malxirabo, de wê kalbûnê xwe li te kar kir Cahilebûnê mala xwe cem te bar kir Qîzan û bûka dilê xwe te sar kir Were narî narî narî narî narî narî narî narî emrêm canê Wezê kum û kolozê gede lawikê xwe dinêrim bi romanî Herî delal, herî delal, herî delal, herî delal, herî delal Ê lê dînê mi go ava Lîzê têye ji Lîzê Emrêm, ava Lîzê têye ji Lîzê De wê pêlê avête ser pêlê, pêla wortê avête ser kevirê belqîsê Xwezila minê wî evdî dahatiyê mala xezûrê wî gund da ve Kubixekî hespanî siyar be malê dinê zorî zef e De bira pişta wê yalê mêra ne gel be, rojê danekî here mala xezûrê xwe De bira kêleka xwe bide kêleka baltûzê De bira pişta xwe bide pişta xesiyê Destê xwe têke nava çiftê zermemikê qîzê, pesnê xwe bide xwe bifire Were narî narî narî narî narî narî emrêm canê Wezê kum û kolozê gede lawikê xwe dinêrim bi romanî

Bêjebêje © 2015-2024