Mecîdê Xalit
Heso
Hey lo lo şivano, şivano ha şivano
Te wê nizam sole çermê gano
Destê xwe di hevano, orta navmilê heft kulavê liva li berxano
Tu şivanekî çar peran î, hedê devê bavê te nîn e
Mi bixwazî, rê da keliyano ho keliyano
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im
Hey lê lê keçikê, wezê ne şivanê çar pera me
Wezê Heso me, Hesongê Silîvî me, xwedanê şûrê şê, ebayê besrayî me
Serekê dozde şivana me
Delaliyê wê hezar û hefsed malê Kîkan û Milî me
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im
Hey lo lo şivano, şivano lo şivano
Wekî tu dibêjî, wezê Heso me, Hesongê Silîvî me
Xwedanê şûrê şê, ebayê besrayî me
Wezê Xecê me, Xeca zerî me, xwişka melîkê Erfayê me
Sibekî du serî berbanga sibê da, teşî xwediyê Mûşê va li ser pira Batmanê ser
biniyê me
Heyrano loy lo loy lo loy lo loy lo heyran
Hey lê lê keçikê wezê Heso me, Hesongê Silîvî me
Xwedanê şûrê şê, ebayê besrayî me
Serekê dozde şivana me
Sibekê du serî berbanga şevê de wezê şûr û mertalê xwe va ser pira Batmanê
kaw û kubar sekinîme
Îznê tu bixweze Rebê alemê, wekî hezar û hefsed mêrê mala bavê te lêxistinê hebin
Wezê te zora şûrê xwe ramûsim
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im
Hey la lo şivano, şivano wa şivano
Êdî gilî te ne çêt e teye wanî çiyayê wanê ser mala bavê mi gulîbira Xwedê da gêr kir
Çiqas paxilê mala bavê te hebû teyê temam haniye beramberî zêr kir
Heyrano loy lo loy lo loy lo loy lo heyran
Hey lê lê keçikê, agirê kulê beyta mala bavê ketê
Îznê de bira Rebê alemê, wekî çiqa zêrê mala bavê te hebin
Wez ê kilamê qedîm kim, beramberî kose misrê mi dernayê
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im
Hey lo şivano, wezê te dinêrim, tê çiqasî pîs î bi
Dev û lêvê te wisan e, reş e mînanê qalçikê kosî
Hey lê lê keçikê, wezê ne pîs im
Wezê wisa me mînanî şemdana Zor Temir Paşayê milî diteyîsim
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im
Hey lo lo şivano, minê gazî Rebê alemê kiriye
Bi bira îşev şev be şevşevî be, guhêra qiranê pezê te wa de di heriyê de
De tu were pişt konê reş î erebî bide guhêrê bi
Wez ê te ra daynim orxanê doşekê xwastûkirî bi hewcetê
Quwetê qayîl bû bi hebkî qayîl nebûyî
Wezê pêşkêşî nefsa canê te kim pêlika çiftê zermemikê çarde salî
Heyrano loy lo loy lo loy lo loy lo heyran