Mecîdê Xalit
Kin im
Gede cano, wezê kin im, lo bilind nabim
Emrê mino bejna min zirav e, dara terec im
Gede cano divê sûretê mine wisan e, sor e lo gilover e
Kewê cano, bejna mi zirav e mîna darek dara lo vê zeytûnê
Emrê mino sûretê mine wisan e, sor in mîna hîveke çarda lo gilover e
Keçik canê divê xwezila bihata bazara Rewanê lo firotanê
Heger xelqê bida malê halê dinyalikê min ê bida
Her çar qaweqorê vê biharê lo ser kodikê