Mecîdê Xalit
Kondere Reşê
Were eman eman eman eman eman eman ax eman eman lê qonderereşê
Êrê divê kewa gozel hatib bihurî
Na wele kula dilê mi ra, xelqê delal hatibe bihurî
Êrê divê pêşa dêre derbesayî kula dilê mi ra tevfitilî
Were ta kafirî ta ewrezî, tu carekî ser milê çepê çevê rastê mi evdalê Xwedê lê
hal vegerî
De eman eman eman eman eman eman eman eman lê qonderereşê
Were eman eman eman eman eman eman eman eman eman
Êrê dînê divê xaniyê mala bavê kewa gozel bi çardax e
Na wele xaniyê mala bavê kewa kubar kula dilê mi ra lo xweş qonax e
Wekî tê carekê mala bavê mi evdala xwedê bibî mêvandarî
Wezê ciyê te daynim yalî odê
Wezê cotê zermemika pêşkeşî nefsa canê te kim, xwe ra têr pê şa be
Hetanî sibê wekî sibê radibî diçî welatê xerîba, de bira dilê te nemîne
De eman eman eman eman eman eman eman eman lê qonderereşê
Êrê dînê divê, wez nexweşa roja çara, wez nexweşa roja çara
Wez bimirim roja înê, kevirê ber seriya mi evdalê Xwedê lo bîne xambeyara
Meytê mi hilde bive ber derê mala bavê kewa gozel erd ke
Wekî sibê kewa gozel radibe destê xwe pê sabûna bikilîcê dişo
De wê dîsa bêje lo rehme roja te be
De eman eman eman eman eman eman, ax eman eman lê qonderereşê