the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mecîdê Xalit

Lê Dayê

Ê de dayê mi go, wezê Bişêriya şewitî dinêrim Kula dilê mi ra lo sira sar tê Ê de dayê mi go, li vê sibê çawa dora bavê Hesen dengê topane cebilxana Kula dilê mi ra lo çarnikal tê Ê de dayê mi go, wezê Bişêriya şewitî dinêrim Kula dilê mi ra lo bi sar e Ê de dayê, çawa li vê sibê koma dijmina dora bavê mi dêrana xwedê girtiye lo çar nikal e Ê de dayê mi go, vê sibê de çawa gulekî berî bedena bavê mi dêrana Xwedê dane Ji birîna bavê mi dêrana Xwedê têye lo xwîna sar e

Bêjebêje © 2015-2024