the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mecîdê Xalit

Lê Edlê

Lê lê lê lê lê Edlê, lê lê lê lê lê Edlê Edlê rabe sibe ye wî, mehrûm rabe sibe ye Şîrqeşîrqa derge ye, nêça nimêja te ye Lê lê lê lê lê Edlê, tew lê gidiyê can Edlê Edlê meşiya sivderê, mehrûm meşiya sivderê Edlê meşiya sivderê wî, delal meşiya sivderê Zêr dane ber kemberê, radimûsim te esmerê Lê lê lê lê lê Edlê, tew lê gidiyê can Edlê Mala Edlê neqebê, mala şêniyê neqebê Derdê Edla mi giran e lo, da ser derdê kezebê Lê lê lê lê lê Edlê, tew lê gidiyê can Edlê Edlê meşiya sivderê, mehrûm meşiya şêmûkê Zêr dane ber cênîkê, radimûsim te keçikê Lê lê lê lê Edlê, tew lê gidiyê can Edlê

Bêjebêje © 2015-2024