Mecîdê Xalit
Memê û Eyşê
De lo o o o de lo lo lo lo dayîka Memê gura çiya be
De lo o o, dibê wê îsal heft salê Memê ye
Memê çûye welatê xerîbiyê ye
Eyşê kaxizekî wê dinivîse dişîne pey Memê
Divê wê bira nesekine lêxe bê
De lo kaxizê dişîne digîje Memê ye, Memê têye yalê malê
Qewaza rê nade Memê ye divê heta neyê ez na Eyşê xanimê
Eyşê derdikeve derê li malê ye
Divê çima betanê çevê we rijiyabûn
Weyê xerîbê mi nas nekir
De lo o o o dayîka Memê lê gura çiya be
Memê divê wê Eyşê xanimê ye, were em herine dîtina Werda dê ye
Eyşê divê wê Memê wez bi qurban, sibê silametî wer lê
Mizgîniyeke xêrê bidine Werda dê ye
Sibê Werda dê radibe ji xewê ye
Dinêre destê morî mircan daye ber serî xortî bi xelqê ye
Divê bira Xwedê wê bibire wîtibara wî bi jinê heye
Eyşê digo wezê tu carî pey Memê ra destê morî mircan nadime ber serê xortê
bi xelqê ye
De lo o o o o dayîka Memê lo gura çiya be
De lo o o o o mi go, wez ê hildime tivingê, dengê bûka min ê belav be li dinê
Mi go wez ê hildim kevirê sîrkutê ye bira Xwedê bibire qeweta bi jinê ye
De wez ê soraniyê bikişînime li qavê ye daynime ser kevçika vî xortê bi xelqê ye
De bira soranî çar tilîkî bavê erdê, qîrînî têkeve Eyşê ye, nalînî têkeve Memê ye
De bira wê ji ezabê kalinya vî bexê ye
De lo o o o, dayîka Memê lê gura çiya be
De lo ho o ho o, Memê lawo ha li minê diyar nekir
Sibê betanî çevê wî dayîka te rijiyabûn
De wê çawa xerîbê xwe nas nekir
Wezê libê vê sibê wê devê wê diranê Memê xwe binêrim
Na wele mînanî wî çirê şekir
De lo o ho o ho o dayîka Memê gura çiya be