Mecîdê Xalit
Wey Lo Mîro
Wey lo mîro, wey lo mîro, wey lo mîro, wey lo mîro
Wey lo mîro divê Ormiyane, lê lê lê lê xweş Ormiyan e
Dîwana mîrê mi da lê gul dibare
Wey lo mîro, wey lo mîro, wey lo mîro lo, wey lo mîro
Wey lo Mîro divê kaxizekê hatiye dîwana mîrê mi jî nizam çima
Milê mîre mi girtine berê wî dane Erziroma kavilê wa girtiyan e
Mîr gote xanimê, go xanimê, yane boş e vegere ser tevdîra malê be
Nehêle, Tarxan digirî dilê cegerê mi pola ne hatine xwarê
Wey lo mîro, wey lo mîro, wey lo mîro lo, wey lo mîro
Wey lo mîro mi go wezê çûme yalê malê maleke we xike we xalî
Wezê çûme yalê dîwanê dîwanekê lê şîne bi we girî
Cotê xanimê tê da lê hustûxwar mane, lê xanima lê gul dibare
Wey lo mîro lo, wey lo mîro
Wey lo mîro mi go wez ê zêrê serê xwe hildim herime lo cem wî bînbaşî
Wez ê jê ra daynim lê lê, rişwa bertîl
Belkî milê mîrê mi digire ji banê kelê lê tîne xwarê, bûy xatirê li mi xanimê
Wey lo mîro lo, wey lo mîro, wey lo mîro lo wey lo mîro