Mihemed Taha Akreyî
Kiçê canê
By: Ramin Ergoshi 332 BB · Regular Contributor
Keçê canê, li ser xatra te
Her ro(j) ez dihême mala te
Dil ji eşqa te rahate
Keçê canê, keçê canê
Keçê canê, te bernadim
Te bi hemî dinîyayê nadim
Bi eşqa te zor dilşadim
Keçê canê, keçê canê
Min divêtinê dû hawser bîn
Dû merar û dû gewher bîn
Rêk û pêk û ser û ber bîn
Keçê canê, keçê canê
Min divêt buk û zava bîn
Bu êk ronahîya çava bîn
Şerbeta li ser lêva bîn
Keçê canê, keçê canê
Keçê li ser te di cengim
Kotek aza me, bi sengim
Xudan mêjoyeka şengim
Keçê canê, keçê canê
Bes bi bêje te çi divêtin?
Rast û çep dê bo te hêtin!
Aqilmendim, ne ez şêtim
Keçê canê, keçê canê
Keçê canê, li ser xatra te
Her ro(j) ez dihême mala te
Dil ji eşqa te rahate
Keçê canê, keçê canê
Keçê canê, te bernadim
Te bi hemî dinîyayê nadim
Bi eşqa te zor dilşadim
Keçê canê, keçê canê
Keçê canê, keçê canê
Keçê canê, keçê canê
Keçê canê, keçê canê