Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mihemed Taha Akreyî

Pêla dûr

By: Ramin Ergoshi 332 BB · Regular Contributor

Mihemed: Ez pêleka derya dûrim De ha, de were Ez warek im, jêrim, jorim De ha, de were Çîrokekim pir serborim De ha, de were Birîndarim, birîn kûrim De ha, de were, were De ha, de were Etîdal: Kevokeka bê çiya me Lawo, de were Buhareke bê giyame Lawo, de were Jiyaneke bê semiyane Lawo, de were Dilêm pinge û perîşane De ha, de were, were Lawo, de were Mihemed: Bo te ez yar û cemserim De ha, de were Bi soz û eşqa te serwerim De ha, de were Xweşî û xemên te hilgirim De ha, de were Bo birîna sarêşkerim De ha, de were, were De ha, de were Etîdal: Hêvî mizgînî û xelatim Lawo, de were Bo te pir şahî û civatim Lawo, de were Bê te pir kêt û şewatim Lawo, de were Tu zava ye, ez bûk, ez hatim Lawo, de were, were Lawo, de were

Bêjebêje © 2015-2026