Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mihmed Atli

Dêra Sorê

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Dêra Sorê biçûk e lê lê? Dêra Sorê biçûk e Dest bi hine û neynik e Par qîz bû îsal bûk e lê lê? Par qîz bû îsal bûk e Berxê sebra mala minê Dêra Sorê mezin e lê lê? Dêra Sorê mezin e Dest bi hine û bazin e Par qîz bû îsal jin e lê lê? par qîz bû îsal jin e Berxê sebra mala minê

Bêjebêje © 2015-2026