
Mehmed Atli
Ez Te Baş Nasdikim
Ez te baş nasdikim
Tu’j min re ne dûr î
Ez te baş nasdikim
Tu’j bo min ne nû yî
Tu gul î ez gulistan im
Tu dar î ez daristan im
Tu Dîcle yî ez Kurdistan im
Tu kevok î ez ezman im
Tu bilûr î ez şivan im
Tu bihar î ez baran im
Tu derd î ez derman im
Tu delal î et heyran im
Min dilê te şikand
Te jî dilê min şikand
Min baweriya te hilweşand
Te baweriya min hilweşand
Çima silav nadî?