the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mihmed Atli

Gelawêj

By: Ciwan

Sipiya berfê ne paqije Ne zelale av qasî dilê te Ronî dibe mîna rojê Ne delalin kulîlk qasî rûyê te Porên te keje, çavên te gelawêj e Dişewitîne dihelîne, bejna te min dikuje Ne bese sekinîm li ber deriyê wî dilê te Ne bese şewitîm peritîm cemidîm ez Ne bese bêje tu xwedê bêje Ez nabêjim tu bêje Stêrka sibê tuyî, tîna rojê tu yî Germa hevînê, mîna bûharê tu yî Delala min tu yî, hevala min tu yî Bê lome be, zalima min tu yî Kulîlka heft rengî tu yî Jêhatî pir şengî Guh bide vî dengê Ma ne dijminê min î Nesîbê min tu yî Qedera min tu yî Ji xwedê ve eyan e sorxwîna min tu yî

0

Bêjebêje © 2015-2025