Mihmed Atli
Kolî Poşman
By: Ciwan 146.4k BB · Top Contributor
Bi parsê ketibim
Li kolana te evdal
Li devderiyê te qereçî
Têr bike vî dilê birçî
Keçê, ka maçekî!
Tê bidî ji gerdenê bide
Ji keviya hinarkê
Ji kaniya lêvê
Te bivê dibim mêvan
Şevê dikim deman
Te nevê, vedigerim
Destvala û kol î poşman!