Mihmed Atli
Lo Lo Pismamo
By: Ciwan 146.4k BB · Top Contributor
Lo lo Pismamo çima deng nakî?
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêr ji hev bela nakî
Lo lo Pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Rustem yan Êzdînşêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr be li meydanê dotmam bi gorî