Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mihmed Atli

Pêşiya Malê

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Rêya Kobarê bi dar e Tim were xware xware Qelendê keçika delal Li ser pişta min bar e Pêşiya malê xendek e Feqîr derî lê veke Keçik diçe ser çiya Gotina bavê xwe nake Pêşiya malê bi kizin e Rindê dest bi bazin e Qelendê keçika delal Sed û pêncî bizin e Pêşiya malê xendek e Feqîr derî lê veke Keçik diçe ser çiya Gotina bavê xwe nake

Bêjebêje © 2015-2026