the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Ahmedo Ronî

Ahmedo Ronî, heyra, navê mi Besna ye Kuro gede, navê mi Besna ye Lê tilî pêçiyê mine marmûtî wa şima ye Lê sing û berê mi evdala Xwedê ji te ra koşk û seray û çîma ye Li berê xwe rûnê, pezê xwe ser da gêr ke Minê hemdê xwe te ra destûr daye Ahmedo lo lo loy lo loy lo loy lo loy lo loy lo lo lo lo loy lo Besnayê rebenê, lê lê tu reben bî lê lê Ahmedo Ronî, heyra, bira dê û bavê minê xêrê bikin De bira dê û bavê minê xêrê bikin, wayê qe nevînin Wez ê çawa nedam Ahmedê kurê Barî mal di gund da min dil tê da Wezê dame gede kurapê xwe, çepelî mêra, xwedanê heft jina, heftê salî Wezê pêra bala xwe didimê zo fere diran tune dêv da Ahmedo lo lo loy lo loy lo loy lo loy lo loy lo lo lo lo loy lo Besnayê rebenê, lê lê tu reben bî lêlê

Bêjebêje © 2015-2024