Mehmedê Mûsa
Bêrîvanê
Bêrîvanê, Bêrîvanê, Bêrîvanê, Bêrîvanê hêê ê, hê ê ê, hê hê û hê
Çevreşê tûrgiranê, roja me derketiye ji alî Wanê
Şewq û şemalê daye bajara, bajarê Erdexanê
Minê şarekê ji Bêrîvana xwe ra kiriye Paxirmadenê
Sêsed quriş daye rişîyê şarê da badanê
Wezê ketime li wê heyrê, Bêrîvana mala mine
Biçûk e, zarûk e, ne bilan e
Bikeve heyra xwe, şarêgirêdanê Bêrîvanê
Hêhê êê, hê hê ê ê, hêhê ê êû
Çevreşê tûrgiranê
Serê bêrîvana temam jê ra bi qurbanê
Bêrîvanê hêê ê, hê ê ê, hêhê û
Bêrîvanê divê kuro gede ye
Bêrîvanê gundê me çil û çar in çarde ne, sê qefle ne
Were neçe pêşiya qefla pêşîn, qîz in qîz gune ne
Neçe pêşiya qefla navîn, jinebî ne bi gazin in bi lome ne
Were here pêşiya qefla paşiyê bûkê salê ne dildost in
Dev bi ken e, zar şîrîn e, li mêrê xwe bi mene ne
Bêrîvanê hêhê êê, hêhê ê ê, hêhê ê ê û
Çavreşê tûrgiranê
Serê bêrîvana temam jê ra bi qurbanê
Ay Bêrîvanê hêê ê, hê ê ê, hêhê û
Bêrîvanê divê kuro gede ye
Bira Bêrîvanam dilêm dilekî dîn e
Sebebê mi Bêrîvana mi xêrê bike wayê qe nevîne
De bira ji kulfetê mala bavê Bêrîvanam çarde neferan tek tifalek jê bimîne
Ew tifal jî kor be, ji bînaya çava mehrûm be
Qismetê wî ji erd û esmanî birî be
Qismetê wî ser pişta gamasî be
Li binê bera bêbinî be
Balîvê ber serê wî kevir be
Doşeka wî erd be
Roja ku ew tifala bimre dahilê erdê kin
Li roja mahşerê li ber mêzîna xêr û guna, li hezar tilî pêçî dikeve
Ez ê li wê derê dewakara xêrî îmana wî me
Bêrîvanê hêhê êê, hêhê ê ê, hêhê ê ê û
Çavreşê tûrgiranê
Serê bêrîvana temam jê ra bi qurbanê
Ay Bêrîvanê hêê ê, hê ê ê, hêhê û