the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Dîlberê

Lê dîlbere, lê dîlberê Nav şîrînê, dev şekirê Zulfiya zerê û gerden zerê Tu ji eywanê bi derkev derê Te li piştê xas kemberê Dêre li piştê bû qeynterê Dilê xorta kir kederê Dîlber min dîtibû payîzê Ba lêdixe û belgê gûzê Xew xweş bûye paşila qîzê Lê dîlbere, lê dîlberê Nav şîrînê, dev şekirê Zulfiya zerê û gerden zerê Tu ji eywanê bi derkev derê Te li piştê xist kemberê Dilê xorta kir kederê Lê dîlberê, lê dîlberê Dîlber min dîtibû biharê Ba lêdixe û belgê darê Xew xweş bûye paşila yarê Lê dîlbere, lê dîlberê Nav şîrînê, dev şekirê Zulfiya zerê û gerden zerê Tu ji eywanê bi derkev derê Te li piştê xas kemberê Dilê xorta kir kederê

Bêjebêje © 2015-2024