the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Domam

Domam, domam, domam, domam, domam, domam, domam, domam Hê û hê û, hê û hê û, hê û hê û, hê û hê û, poşman im gewrê Domamê canê dilê mi dilekî yan e Kurmalê canê dilê min ledî yan e Rojeke çarşeman e, rojeke nav e bi nîşan e Sedef û morî mircanê çav rezerê domama mi qetiyane Wele minê zer memikê te dîne Digo lawiko vireko, derewçiyo Te yê derê zer memikê mi dîne Ez ê ji te ra sond bixwim bigrêbinê çi û çi ne Li gora dilê mi evdalê Xwedê da xurme, xurmê Bexdayî ne Hêjîrek hêjîrê şevbelî ne Sêvek sêvê Artemêtî ne Tirî tirîyê sindirî ne Qawine qawinê Diyarbekirî ne Lê rêzikek çil bişkokê sedefî ne Bi kirasê çiftexasî ne Serê wana sor in binê wan spî ne Heçî kesekî ramûsanekê ji pêsîra tiştîrî, gerdana sema û cagilê ji xwe ra jê bistîne Qesreka cinetê çevê xwe dibîne Domam, domam, domam, domam, hê û hê û hê û hê, poşman im gewrê Domam, domam, domam, domam, domam, domam, domam, domam Domamê canê, dilê mi dilekî divê ye, kurmalê canê dilekî divê ye Serê xwe didim kema çar pere dinê ye Hemû bajara nadim bajara bajarê hekîm hekîmê Meksê ye Hekîmo bextê te Xwedê me, zû ke bilezîne, xwe dikanê ra bigihîne Minê bala xwe di dihelande zêrê zer e di nava fîncana da ser sindana dikuta bi kiran e Nedanî qeyaxa pozî dewranî rindan e Minê digo Xwedê ji te razî be Bîna eynezerî hûn bistana bîna nav fincana nede ser sindana Nekutin bi kirana, hûrke bi dirana, hilû ke bi zimana Bîne qeyaxa pozê dewrana rindana Sêsid û şêst tetbîkê temam pê da bada û cuda ne Wisa bike soz û qerara mi tu cara xizêm miletê hetanî roja axir zeman e Domam, domam, domam, domam, hê û hê û hê û hê poşman im gewrê Domam, domam, domam, domam, domam, domam, domam, domam Minê heqê xizêma çevrezerî domama xwe dida, e we ra bêjim bi zêran e Hesab kin qeleman e, çarsed gayê ber cotan e, şeşsed gamêşê li ber biyan e Hezar û pênsed zêrê Hindistan e, heftê serî berane Çiqas malê xuristan e, kodek şîrê teyran e, barek gustîrê meran e Minê dilekî şa çûkekî şudi dibire mala Sêsed û şêst tetbîxê wî temam poz û domam xwe da bada û cuda ne Zîvan û fincana dane ser lêvan e Gundî û malî û cînar tev hat vê temaşê vê seyranê Nîviya digo pîroz be sed bimbarek Heçî yê dilxwaz bû digo sed pîroz be li xwey xwedan e Îsal û çendî çend salê min e wezê geriyayî westiyayî Minê heqê kiriya lingê xwe rojê distend û pêsîra tiştîrî gerdena semavî û çev birîyê belek, sûretê sore bi gulgulî Minê digo rêşube xwe nede gundê me fesadê melûm e Pirekustikê qîz û xorta dizîka li ber dîwara Minê sê denga ber hewar e Hewar e, hewar e, hewar e, hewar e, şewitî gundê me gundekî xewar e

Bêjebêje © 2015-2024