the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Eyşana Mîrze

Were li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min Xirxopanê xopan ketim bi gogila Destê gulekê avîtiye, koma paşîn hatiye, li ser pêşiyê difetile Minê go Eyşanê ha Eyşanê, serê xwe dernexe kirko konê reş î erebî ra Ele Keçelî bextê te ra, nêçîrvan e gulekî berî bedena Eyşana Mîrze daye Para qetandiye xemila bi por e, ji pêra şûşa neynûkê kutaye, kevçika dila ye Li minê, li min, li min, li minê, li min, li min, li min, Eyşanê ha Eyşanê Kelma şîrîn xeberdanê, li bûka mala giran, bûka mala Celaliyanê Were li min, li min, li min li min, li min, li min, li min, li min, li min Xirxopanê xopan ketim çi tifaqa li ser tifaqê Berfekî barî êvara Xwedê da avêtiye ber mîsaqê Minê go Eyşanê ha Eyşanê, serê xwe dernexe kirko konê reş î erebî ra Ele Keçelî bextê te ra, nêçîrvan e gulekî berî bedena Eyşana Mîrze daye Para qetandiye xemila bi por e, ji pê ra qetandiye cote torê ber xeneqê Li minê, li min, li min, li minê, li min, li min, li min, Eyşanê ha Eyşanê Kelma şîrîn xeberdanê, bûka mala giran, bûka mala Celaliyanê Were li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min Xirxopanê xopan ketim perê saza, xweş tê quling sewtê qaza Minê go Eyşanê ha Eyşanê, serê xwe dernexe kirko konê reş î erebî ra Ele Keçelî bextê te ra, nêçîrvan e gulekî berî bedena Eyşana Mîrze daye Îro sê roj û şev e xirxopanê xopan xalî nabe, meyta ji cinyaza Li minê, li min, li min, li minê, li min, li min, li min, Eyşanê ha Eyşanê Kelma şîrîn xeberdanê, ser heyfuka mala giran, bûka mala Celaliyanê

Bêjebêje © 2015-2024