Mehmedê Mûsa
Gundo
Ha wî, ha wî, wîha wî, gundo wî
Naçime Mêrkoxê hate nava mala Silê Qeysê
Refî çawiş kewê nîşanê ne digerî ne dipirsî
Wekî berê Refî çawiş kewê nîşanê girtin dane hebsa Wanê, nava hebsiyayê
Li dû xwe ra li ser milê rastê dengekî cotê zeriya kire gazî
Digo hûn ê serê navê bavê xwe bikin
Dû mi ra qet neyara …..hemû kesî
Ha wî, ha wî, ha wî, ha wî gundo wî wî
Ha wî, ha wî, naçime Mêrkoxê wê li yan e
Raxî ketîye hebisê li ser Refî çawîş dike wê nîşane
Derketiye wiyalî li xawanê nava efendiyan e
Lê gava berê Refî çawiş kewê nîşanê girtin dane hebsa wanê, nava hepsiyayê
Gaysê Refî çawîş maye mala Qerodelo mala keya geveze devbelan e
Wî ha wî, ha wî, ha wî, ha wî, ha wî gundo wî wî
Wî ha wî, naçime Mêrkoxê wê di xwar da ye
Raxî ketîye hebisê li ser refî çawîş girtîye wê nîşane
Derketiye walî li xawanê ji êvar da
Wekî berê kekê Hesen Hiseyn Refî çawiş kewê nîşanê, girtin dane hebsa
Wanê nava hepsiyayê
Cotê zeriya bê xweyî mane di mal da
Ha wî, ha wî, ha wî, ha wî, ha wî gundo wî wî