Mehmedê Mûsa
Kejê Gulîsorê
Eman, eman, eman, eman, eman kejê gulîsorê
Berfekî barî çiyayê gundê me dixitimand
Bedewê lê, Salihê kurap bi tara mala canika xwe dielimand
Bedewê lê, simbêlê Salihê kurap sor e sîsel, rûngê minê xirtexala dineqişand
Bedewê lê, eman eman kejê gulîsorê
Şêniya gunda, mihbeta her du dila, wez û tu ne bedewê lê lê
Eman, eman, eman, eman, eman kejê gulîsorê
Xwezila Salihê kurap derê mala bavê mi biqesiliya
Bedewê lê lê, li tasa avê sar cemidî min bixwesta
Bedewê lê, li sê qesem li can û cesedê min ketibûya şûna tasê avê sar cemidî
Minê cotê zer memika kerem kira bida desta
Eman, eman, eman kejê gulîsorê
Şêniya gunda, mihbeta her du dila, wez û tu ne bedewê lê lê
Eman, eman, eman kejê gulîsorê
Çiqa misheb û kitêbê dinyalikê hene serê gişka, welifbê ye
Bedewê lê, lê çiqa miletê ereb heye da radibe du rika limêja sibê ye
Dînê lê de tu were ramûsanekê ji tirtexalî gerdenê pêsira tiştîrî mi kerem ke
A cinet cihme her cî milkê xwedê ye
Bedewê lê, eman eman kejê gulîsorê
Şêniya gunda, mihbeta her du dila, wez û tu ne bedewê lê lê