the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Keko Lo

Ê bi Emê rebenê, Emê rebenê, keko lo, keko lo li me biriyano Li koşka Senemê xopan ketim bi binik e Li koşka Senemê xopan ketim bi binik e Li konê Feq Ûsivê reşkalî malê, konekî çarstûn î pêncpalik e Kê diye kê bînaye heft mêrê malekî here şera li dawa ye Yek bifikire şerê birê biçûk li xwe ke Keko lo, a keko lo li me biriyano Ê de Emê rebenê, Emê rebenê, keko lo Li koşka Senemê xopan ketim kaniya qîrê vê qetranê Li koşka Senemê xopan ketim kaniya qîrê vê qetranê Lê kesekî xwedanî xêra tu nîn e Kaxizekî reşeveke bişîne beleka Girîdaxê wê Qorxanê Heqê Elo selemî siyara dengekî kire gazî, wa destê Silekafirê Digo derê do nîvro da li mi qelandiye dengê dengbêja Tilî û pêçiyê bilûrvana Na wele ser navê Quranê keko lo, keko lo li me biriyano Ê de Emê rebenê, Emê rebenê keko lo Li koşka Senemê xopan ketim bi binik e Li konê Feq Ûsiv reşkalî malê Lê konekî çarstûn î pêncpalik e Feq Ûsivê reşkalê malê dengekî bazen Silekafirê kire gazî Digo pêşiya peşkoçiyê min berdaye qeranê pezê mi germê da hinda ye Zerik e keko lo a keko lo li me biriyano

Bêjebêje © 2015-2024