the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Lê Meyrê

Ê lê Meyrê keçikê kurmalê, kurmala bavê E dêra spî xweş êwan e, dêra spî xweş êwan e Îsal heft salê min e wezê bi feqîrî bi fiqarî tê da mame Minê go qeynterço, geynterço, bextê te Xwedê me Were bikişîne binê gunê mi Meyrema mi çi ye mesrîka kê giran e, yar yar yar Meyremê Dê tirkê bav ecemê, qutîka bi deremê, şemamoka bi qelemê Wezê sêfîl im, kesîb im, ezê rojê payîzê bi reheyrê Ê lê Meyrê keçikê kurmalê, kurmala bavê Ji dêrê heyanî dêrê, ji dêrê heyanî dêrê Li şewq û şemala Meyrema mi salê daye çemek Çemê Memelixe, zozane zozanê xêr e Wezê sing û berê Meyrema xwe dibêjim xurme Xurmê vê Bexdayê, hêjîrek hêjîrê vê Şengalê Sêvek sêvê Artemetê, tirî tiriyê bi Sindirê Qawinek qawinê Diyarbekirê Xortî nezan ra xwe ra bike çerezê şevbihêrê Yar yar yar yar yar Meyremê, yar Meyremê Dê tirkê bav ecemê,qutîka bi deremê, şemamoka bi qelemê Wezê sêfîl im, kesîb im, ezê rojê payîzê bireheyrê Ê lê Meyrê keçikê kurmalê, kurmala bavê Minê vê sibê navê te bîr kiriye, ji te ra dibêm werdekê, werdekê Li te serkeskê perhêşînê, çevbelekê Te daniye ser kevirê taşê taş bînekê Ber te ketiye şevaqa vê şeveqê, pişta te ketiye mala vê felekê Li te mala bavê xwe şer daniye ocaxa mi evdalê Xwedê, guhargîn e bi carekê Yar yar yar yar yar Meyremê Dê tirkê bav ecemê, qutika bi deremê, şemamoka bi qelemê Wezê sefîl im, kesîb im, ez ê rojê payî zêbireheyrê

Bêjebêje © 2015-2024