the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Lê Yeman

Were lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, yemano tu yeman î Evdêl digo Şêx Silê qurban Şam Helebê, ji tera gobeka vê dinyayê Îro sê ro sê şevê min e wezê diqîrim naqîrim dengê mi dernayê Wezê nebexelqê bişînime mala de axa lê bira me ra dermanekî bîne Wezê bixwim biqîrînim, dengê mi here qîz û bûkê xerîbê melê vê Bexdayê Erê lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê yemano zemano tu yeman î Were lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, zemano tu yeman î Şêx Silê divê Evdal qurban xebera te ye Şam Helebê, dijibêre goveka dinê Şêx Silê divê Evdal qurban xebera te ye Şam Helebê, dijibêre goveka dinê Li zozanî taxa hêşîn bûne seva dilê min û te ra, pêda pêda xu ketinê Gelî cimaetê bûna Xwedê û şebur Evdalê Zeynikê û derlingê Evdalê peritî delal ji Entabê hatiye welatê ecem e Rizqê xwe naxwaze ji Rebê alemê Rizqê xwe dixwaze Mala Şero besta vê torinê Here lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê yemano zemano tu yeman î Erê lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, zemano tu yeman î Evdêl digo Şêx Silê qurban wele kin im, ne dirêj im Ta rihana dera hana devê geliya bihar bihar reng awaza xwe davêjim Gelî cimaetê bûna Xwedê û Şê Evdê Heçî li cimaeta Evdalê Zeynikê rûnê Bira Şex Silê nebê ez dengbêj im Lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê yemano zemano tu yeman î Were lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, zemano tu yeman î Şex Silê divê Evdal qurban, xebera te ye, tu ne kin î, ne dirêj î Ta rihana dera hanê devê geliya bihar bihar reng awaza xwu davêjî Gelî cimaetê bûna Xwedê û Şê Evdê Minê Hesenê Evdalê Zeynikê dengbêjê mîran û heft deman e Hûn nebêjin kalekî dizîkan li ber tendûra qelibî qelî bêje Lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman , lê yemano zemano tu yeman î

Bêjebêje © 2015-2024