the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Mîro

Ay lo mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro Mîro qurban roja me derketiye wa li Gêrsa rohilatê Bira kula Xwedê bi kul be têkeve mala waliyê wanê Midirê Kopê, cendirmê Gêrsê, yuzbaşiya vê Xelatê Çawa îro sê ro sê şev e derketine li pey Miheme Derwêş digerin Lê bele dê, di cesûsê, di taqîbatê, lê belê dewleta do ye Mimemed Derwêş urt û ocaxa Mala Ezet birine ber mîratê Hey la mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, qurban, hêlîna eşqiyan î, firaran î lo lo Ay lo mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro Sedîqê lawê Gulnazê, kurê jinebiya dengekî ese dikire gazî Digo xalo wele nabe, bîle nabe, li berfa welatê Serhedê tim û daîm li ser e, qe ranabe Ê ceşq u firarê dewletê berxê mala Seydo giran e, ti cara hinda nabe Heta fisq u fesadikê ji me be ti heba mîr u hakima xelas nabe Li piştî Mihemed Derwêş diwanê mîr hakima li mi heram be mîro Hey la mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, qurban, hêlîna eşqiyan î firaran î lo lo Mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro Ese dengekî Sedîqê lawê Gulnazê, kurê jinebiya dikire gazî Digo xwraziya dilê mi dilekî dîn e Dêm û dêla Romê du bazînê zîv lê ne, destê xalê xwe bigihîne Minê sond xwariye wezê derbekî bidime qaymaqama, milazima, qumandara Li gola Gêrsê ji bûna vana bikime gola xwînê Erke weke cara xaliqê alemê xalê te ra dudo bîne Wez ê herime Wanê rûnêm deh sal mezin bim Hey la mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, qurban, hêlîna eşqiyan î, firaran î lo lo Ay lo mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro Sedîqê lawê Gulnazê, kurê jinebiya dengekî ese dikire gazî Digo xalo wele nabe, bîle nabe, li berfa welatê Serhedê tim û daîm li ser e, qe ranabe Lê ceşq û firarê dewletê berxê mala Seydo giran e, tu cara hinda nabe Heta fisq û fesadikê ji me be tu heba mîr û hakima xelas nabe Lê piştî Mihemed Derwêş diwanê mîr hakima li mi heram be Hey la mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, mîro, qurban, hêlîna eşqiyan î firaran î lolo

Bêjebêje © 2015-2024