Mehmedê Mûsa
Mistefa Xalo
Mistefa xalo, wa Cilisiyê xopan wê li dêrî
Hetanî roja îro te negotiye
Emo xwarziya tu pişmêra xweş pişmêr î
Lê gazî Xwedê xwe ke destê xwarziya te negre tetikê tivingê, memikê mawîzerê
Ez ê bikim Eyşana xwîşka te bêje miletekî herî qêrî
Hela berdê xalê mi birevî, hela berdê komam birevî
Serê meydanê tayê tenê
Mistefa digo Emo xwarziya, xebera te ye, wa Cilisiyê xopan wê li dêrî
Hetanî roja îro mi negotiye
Emo xwarziya tu pêşmêra xweş pêşmêr î
Şehed û şihadê xalê te li dinyayê gelek hene
Serê newala Cixênê tek û tenê berdaye bîst pênc mêrî
Hela berdê xalê mi birevî, hela berdê komam birevî
Serê meydanê tayê tenê
Emo divê Mistefa xalo, mica Cilisî xopanî berî pirê
Tivinga destê xalê mi kuçikçap e
Emo xwarziya qundax girêgirê, li gazî Xwedê xwe ke
Destê xwarziyê te negre tetikê tivingê memikê mawîzerê
Ez ê bikim xalêm qeleçê dax bike girê
Hela berdê xalê mi birevî, hela berdê komam birevî
Serê meydanê tayê tenê
Mistefa dibê Emo xwarziya, wa Cilisê xopan wê li kir e
Ewana gîzma reş e, çîm û lingê xwe da
Bal qîzê bûka bikî xirexir e
Li gazî Xwedê xwe ke, destê xalê te negre tetikê tivingê memikê mawîzerê
Ez ê bikim Eyşana xwîşka mi hewata dinê bigere ha bê kur e
Hela berdê xalê min birevî, hela berdê komam birevî
Serê meydanê tayê tenê