the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Rihana Heso

Lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo Bejna Rihana Heso zirav e temam jin e Minê soz û qerarê şirîetê ji bavê xwesto, neda min e Minê digo ramîsanekê li min kerem ke Hefta sala mala bavê te şivan bûm, ramûsanek heqê min e Digo kuro gede hetanî tu hatî, qelenê mi birîn, şîraniya mi xwarine Lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo, lê Rihanê Lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo Rihana Heso çû qurnika Minê bala xwe didayê dibû reqereqa zer şimika Xwezila min li wî xortî be ramîsanekî jê distîne Eşqa dil xalê gerdenê, pêsîra tiştîrî gerdena sermawî Lê belê nava emrê çardesalî dest bavêje cotê zer memika Lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo, lê Rihanê Lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo Bejna Rihana Heso zirav e darek dara vê zeytûnê Hêşîn dike li mesîlê der titûnê Wezê nadim terka Rihana Heso Çev biriyê belek, sûretê sor, dêmê gulî Heta li ber serê mi neyê dengê mele, sewta Quranê dengê vê Yasînê Belê heta birine ser teneşoyê têkeve qula çevê min kefa vê sabûnê Lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo, lê Rihanê

Bêjebêje © 2015-2024