Mehmedê Mûsa
Sebrê
Eman eman eman eman, eman sebrê
Karwanekê têye ji Ecem e
Were serbar kul e, binbar xem e
Û bihar e xelqê ketiye derdê mala halê dinyalika gewrik
Wezê keleş gewrê bejna te zeriyê me
Hê hê hê hê hê hê sebrê
Eman eman eman, eman qulingo, te mala xweyî xera be
Vê sibê te çiye vê Rihayê
Û bihar e xelqê ketiye derdê mala halê dinyalika gewrik
Wezê keleş gewrê bejna te Serayê
Hê hê hê hê hê hê sebrê
Eman eman eman, eman qulingo, te mala xweyî xera be
Vê sibê tê kî derê Îranê vê Tûranê
Û bihar e xelqê ketiye derdê mala halê dinyalika gewrik
Wezê keleş gewrê bejna te seyranê
Hê hê hê hê hê hê sebrê