the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Têlî Baro

Were wê wê wê wê keko wê wê Were çi ecêba li ser ecêbê Simbêla Têlî Baro bavê mi rebena Xwedê Were kirine vê nakişe berî lêvê Were wê wê wê wê keko wê wê Were, kekê mi siyarê bozê dîn e Kekê bavê Miheme kekê di spî ne Vê sibê bere koma neyara daye Dor qereçê dibe tîne Were wê wê wê wê keko wê wê Were çi ecêba li ser ecêbê Simbêla Têlî Baro bavê mi rebena Xwedê Were kirine vê nakişe berî lêvê Were wê wê wê wê keko wê wê Were, kekê mi siyarê vê qemerê Kekê bavê Mihemed kekê Cewahir î Şer xweş kiriye li Aralixê li Erdeşenê Xwedê mêr dizane, şerê kekê mi çêtir e Şerê hesabê wê dewra berê Were wê wê wê wê keko wê wê Were çi ecêba li ser ecêbê Simbêla Têlî Baro bavê mi rebena Xwedê Were kirine vê nakişe berî lêvê. Were wê wê wê wê keko wê wê Miheme digo Baro bavo, ev çi toleke ji wir da têye Baro digo Miheme lawo, tu şaşiya nekişîne ji bû kê ye Wez ê bikim em kafira yeko yeko xwe bavêje poşda devê rê ye Were wê wê wê wê keko wê wê Were çi ecêba li ser ecêbê Simbêla Têlî Baro bavê mi rebena Xwedê Were kirine vê nakişe berî lêvê…

Bêjebêje © 2015-2024