the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmedê Mûsa

Wey Lo Lo

Weylo, weylo, weylo,weylo, weylo, ezîzo Mîrzo, çelengo Mîrzo Lê belê bira mi nizanibû dinya hawa ye Lê belê dinya Siltan Silêman, pêxemberê axira zemanê re nemaye Li Koçelyê derbeka dane bavê Ahmedê Tale, beranê kel î qemer Bala xwe didimê bê xem e, bê feyde ye Weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo Weylo, weylo, weylo,weylo, weylo Hevsê digo li Dabirê rebenê, li konê bavê Ahmedê Tale mezin e, gir e ji girê vê beriyê Lê belê rabe wem ê pişta kona bidine çiyayê Xerza, li berê kona bidine deşta Xezaliyê Lê belê bira Hecî Mihemedê Mistê neçe li koçerê cem pîreka xwe rûnenê pesn û mesiyetê xwe venede Lê belê minê derbeke daye bavê Ahmedê Tale, beranê kel î qemer Lê belê wezê silsila Mala Weloka bitewînim ji dinyayê Lê weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo Weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, wetlo, weylo Lê Hevsê digo Dabirê rebenê, vê sibê ji dilê min û te ra Pîroka xweş Pîroka Li Xwedê va eyan e gule têne bavê Ahmedê Tale beranê kel î qemer Lê belê vê sibê tevî taviyan û teyroka Lê belê şehidê şuhedê bavê Ahmedê Tale beranê kel î qemer gele li meydanê Vê sibê li Newala Xelîlo bira şer xweş kiriye li ser çoka Weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo

Bêjebêje © 2015-2024