Mehmedê Ûsiv
Qemerê
Lê lê qemerê canê, wezê berda qemera xwe divêjim dara sincê
Wê şîn dike qisûrawa kawê de sarincê
Kotîkê mêrê te were ji wê da û
Wezê heft kedara darçîna, zencefîla tevlî hev kim
Heft jera bişînim seva dermana vê qolincê
Lê lê û lê lê lê lê lê lê lê û lê lê qemerê canê
Qemerê canê, kaniya gundê me li derî
Sêsed sal e canê kaniya gundê me li derî
Li nikerê kula sibê têkeve mala melê keda
Kula êvarê tê da mîna çûçîka vê biharê bizivire
Di gêj e nizane kîjane pîs e kîjane pak e
Seva deqîl jî bela ye malavan(?) hev digire
Lê lê û lê lê lê lê lê lê lê û lê lê qemerê canê
Qemerê canê, kaniya gundê me li derî
Sêsed sal e canê kaniya gundê me li derî
Sêsed xane bereke derê kuzika girêdayî kijkilkirî nacemidî
Tenişta malê sekiniye qemera minê, sebiyê kondolê qazaberî
Wezê duakî bikim Rebê alemê wî lawî cahîl e
Bira koma dorê temam bêje amîn
Ne bira Xwedê dest alîkî bavê orta te vî mêrî
De têke nefs qismetê vî camêrî
Lê lê û lê lê lê lê lê lê û lê lê lê qemerê canê