the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmet Afşar

Qêrîna Baranê

Ez weke peşkeke baranê dikevim Li ser rûyê erdê dibim hezar parçe Diherikim ta deryayan Ez baranim barana rojhilat im ez Di wextê keskesorê de Bi hêza rojê dibarim Dibim dilopek av di nikilê kevokê de Ez çavkaniya jiyanê me Jîn didim dara zeytûnê

Bêjebêje © 2015-2024