the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmet Afşar

Seqem

li bajarê evina me berf barî seqem ji awirên yarê dibarî  koçberiyê dest pê kir ji bêçarî  ewrê tarî li ser serê min digerin ez nizanim ev çi sir e çi sar e  dil xemgîn e û bê cih e bê war e  bigrî dilo bigrî xwe bixapîne ji ber derdan bes e min binalîne  can şewitî perçe perçe nabîne

Bêjebêje © 2015-2024