the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmet Atli

Gula Ber Bîna Min

Gula ber bîna min î Eşq û evîna min î Bi min re carek bikene Şahiya dilê min î Te çavreşê xezalê Gerden zirav delalê Tu şahiya dilê min Çiqas şox û şepal î Rê çûna te yê qazê Bejn zirav têla sazê De wer wer te ez kuştim Bese bike vê nazê Guliyê sor te fûnda ye Zendê zer te badaye Dilê min te şewitand Agir li ser dadaye Te çavreşê xezalê Gerden zirav delalê Tu şahiya dilê min Çiqas şox û şepal î Rê çûna te yê qazê Bejn zirav têla sazê De wer wer te ez kuştim Bese bike vê nazê Gula ber bîna min î Eşq û evîna min î Bi min re carek bikene Şahiya dilê min î

Bêjebêje © 2015-2024