Mehmet Atli
Havîn
Şekir tal e tu şêrîn î
Xelq zivistan tu havin î
Hemû dinya li alîkî
Ji bo min tu li hêla dinê
Evîndar im min dît nedît
Jana dilê'm nesekinî
Te agir xist li vî canê
Hemû derê min şewitî
Li dûr li dûr nazan dikî
Çer hez dikim tu baş zanî
Dibêm gavek nêzîk bibim
Hem direwî hem dikenî
Bejn û bala te zirav e
Rûyê biken mîna hîve
Ew çi çavin çi xweş nave
Were heyran were were
Evîndar im min dît nedît
Jana dilê'm nesekinî
Te agir xist li vî canê
Hemû derê min şewitî