the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmet Atli

Jahr

Te bihar anî te gul anî Te bax anî bistan anî Te şekir anî şerbet anî Lê te bi ser de jar jî danî Te kêf anî seyran anî Te dilovanî û şadî anî Ez tî bûm te av anî Lê te li ber de xwê jî danî Ez xapiyam ez xapiyam Mezin nebûm ez zarok mam Ax ax ax, ax ez bûm xax Lê kesî carek nego wax Te bi destekî da bi destek stend Ez ji kêfan nebûm sazbend Tû bizanibî tu bizanibî Çiroka me negihişt dawî?

Bêjebêje © 2015-2024