the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmet Atli

Li Geliyekî

Ar girtiye qurm Û li dorê dileyize Çi kiribû Çi bû gunehê dara berû? Bi min re wê jî şer nexwestibû Bi min re zarokan Bi min re kulîlkê Û wê qîza xama? Ku, li dû min stûxwar ma Û bendî? Rondik herikîbin şer herikand Û xwîn pijiqand pelê kulîlkê Ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê Hij ma li milkê Ramûsan li milkê? Xwezî, lewitîn di kirêtiyê de Û şer dizî ji me xewnên mîrekî Li gundekî em Li herêmekê Dujmin bûna jî malê me pev dima Neyariya me nedigiha qewmekî Kengî bûya lev dihatin Em eydekê Erefatekê? Bi ya helbestê min kir Û min guh da bilûra şivên: Hij min aland li destmalek vên Ramûsan min veşartin li geliyekî Helbest : Arjen ARÎ Muzîk : Mehmet ATLI

Bêjebêje © 2015-2024