the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmet Atli

Pisîk

Rojek ji te dûr kevim Dinya bi min nexweş e Her reng mîna reş e Neçe tu qet neçe Hiş hatiye serê min Êdî ne wek berê me Pisîka poz şewitî me Pisîka şîr rijandî me Tiştê çû nekeve dû Bixêr hat jiyana nû Ne dereng ne jî zû Îro îro.. Yekşem duşem sêşemê Sibe nîvro êvarê Herroj her şev her gavê Ev Can ji te têr nabe Ya were ya jî were Îro were sibê here Soza dilê min eşkere Kî vegere ew ker e!

Bêjebêje © 2015-2024