the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmet Atli

Qefes

Nîve şevê te bixapînim Ji rêya rast te şaş bikim Bixwazî nexwazî Ezê te jî bikim razî Bi dilê zela, tik û tazî Werim cem te Edî rêkê li ber min veke Guh bidim dengê dilê te Hela çi dibêje Çi nabêje? Birîna kevn êşa berê Bîr bikim li ser sînga te Azad bike rizgar bike Derxîne xwe ji wê hepsê Bişkîne zincîra tirsê Bifrîne kewê ji qafesê Hela çi dike Çi nake? Bîne dawiya vê zulmê Sitûxwar ke li ber evînê Hela çi dibe Çi nabe?

Bêjebêje © 2015-2024