the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmet Atli

Strana Nîvçe

Dil ve nas, jan ve dost Ez im sevdalî Bi xwe bawer, ji xwe razî Ez im meraqlî Çar demsal e jiyan Bi sê gavê wek avê diçe Dîsa coş dibe, serxweş dibe Straneke nîvçe Deng dide, her deng dide Tembûra te ye şikandî Geş dibe dîsa xweş dike Kaniya çikandî Ji nû ve ava dibe Xaniyek hilşandî Şaneşîn heft reng e Tev gul û tev şahî Na na ez pîr bibim dil nabe Na na por spî, dil ciwan e Na na ez ê feqîr çi zane Na na na Dem diçe dewran diçe Strana min ma nîvçe Nîşe: Ji Stranên Fikri Kutlay

Bêjebêje © 2015-2024